Serrûpel Nûçe Li Hewlêrê şerê 2 eşîran: 1 kuştî 9 birîndar

Li Hewlêrê şerê 2 eşîran: 1 kuştî 9 birîndar

Belav bike

 Li gor nûçeya rojnameya Rûdawê, berî demekê her du êlên bi navê Xeylan û Biradost a Gerdî li ser pirseke civakî şerê hev dikin û di encam de kesekî bi navê Erselan Mamzoye ji êla Xeylan Cigeleweş Babe ye û birayekî wî jî birîndar dibe. Ji êla Biradost a Gerdî jî yek jê jin 7 kes birîndar dibin. Her weha taxa şer lêçêbûyî niha ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Li gor şahidekê bûyerê ji jêderê re gotî “ Berî demekê 2 malên cîranê hev û her yek ji eşîrekê, li ser pirsgirêkekî civakî ya kevin şerê hev kirin û gule li hev reşandin. Di encamê de kesek ji eşîra Xeylan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.”

 

Avestakurd