Di derbarê êrîşên Artêşa Azad a Suriyê, yên li bajarê Helebê ku, li dijî taxên Kurda pêk tên de, Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê daxuyanî da. KCKê hêzên mixalifan hişyar kirin û diyar kir ku, bila hêzên çekdar yên di nav mixalifan de, bi Tirkiyê bawer nekin û bi gelê Kurd re pevneçin. Di daxuyaniyê de hatiye îfadekirin ku, ger êrîş dewam bikin, KCK wê li gelê Kurdistana Rojava xwedî derkeve û piştgiriya leşkerî bide wan. KCKê di daxuyaniya xwe de aniye ziman ku, bila herkes zanibe ku gelê Kurd tenê ji Kurdên Rojava pêk nayê. Li pişt Kurdên Rojava, hemû gelê Kurd heye. Gelê Kurd di xurtiya ku kare xwe biparêze û bersivê bide êrîşan de ye. Di berdewamiya daxuyaniya KCKê de tê îfadekirin ku, hêzên ku dibêjin, em li Suriyê guherînê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin û ji bo van li dijî rejîmê têdikoşin, wek rejîma dîktator, li taxa Eşrefiyê a Helebê, li hemberî meşeke sivîl û demokratîk xwe ranegirtine û gel dane ber guleyan. Ev jî gellekî watedar e. Diyar e ku bi vê êrîşê, hêzêm paramîlîter yên ku ji bo berjewendiyên Tirkiyê, bi ferman û talîmatên Tirkiyê tevdigerin ketine dewrê.