Îro sibê, li rojavayê Kanada erdhejeke bi mezinahiya 7.7 pêk hat. Tê ragihandin ku, ji ber erdhejê, pêlên okyanûsê xwe gihandiye Hawaîyê. Ji ber vê, li herêma ku erdhej pêk hatiye û li Hawaîya Amerîkayê, ji bo taluka Tsunamiyê gel hatiye hişyarkirin. Li Hawaîyê, ji gel hatiye xwestin ku hilkişine derên bilindtir. Li gorî ragihandinên ewil, di erdhejê de mirin û zirara madî çênebûye.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê a Pasîfîk, piştî erdheja Kanada, ji ber pêlên ku rabûne, ji bo gravên bi eyaleta Amerîka Hawaîyê ve girêdayîne jî hişyarî hatiye kirin. Li gorî ragihandinên çavkaniyên herêmî, deverên ku ji bo tsunamiyê hatine hişyarkirin, ji wan deran gel hildikişe derên bilindtir.