Serrûpel Nûçe “Em çiyayê Hemrîn bigirin her kes û mala xwe”

“Em çiyayê Hemrîn bigirin her kes û mala xwe”

Belav bike

 Li gor malpera Xendanê, Osman der barê rûniştin û hevdîtinên ligel Bexdayê, got “ Baweriya min bi hikûmeta navendî nemaye ku budceya hêzên pêşmerge xwerc bike..” Osman di berdewamiya axivitina xwe de bê baweriya xwe bi Hikûmeta navendî anî ziman û diyarkir bila Hemrîn bêgirtin û weha pêedeçû “ Ez bi xwe baweriya min ne bi goftûgo û jî bi rûniştinê heye û tu hêviyên min bi wan nemaye, tenê baweriya min bi wê heye ku em çiyayê Hemrînê bigrin û ji wan ra bêjin her kes û mala xwe.” Li gor heman jêderê Osman diyarkir ku hêzên Dîceleyê tu carî nabin weke pêşmergeyan û got “ Nabê em hêza pêşmerge û hêzên Dicleyê bi hevre miqayese bikin, ne tenê li gel wan de belku li gel hemû hêzên Êraqê jî de, çûnkî pêşmerge bi canekî neteweyiye û jib o her rûbirûbûnekê amade ye.” Û got ku ti tirsa wan ji hêzên Dîcleyê tuneye û nikarin bên beramber wan.

 

 

Avestakurd