Li Îngiltere, di firoşgeheke ku ajalên kedî difiroje de, marê ku bi xwe xwe dixwe gellekî balkêş e. Marê ku di Pet Shopê de, ji bo firotinê tê girtin, boçika xwe dike devê xwe û hewl dide ku xwe daqultîne. Mar, her ku boçika xwe gez dike, devê mar di nav xwînê de dimîne. Beytar, vê bûyera sosret wiha şîrove dikin; hin marên ku di derên teng de dimînin, tên ghîştin, boçika xwe marekî din dihesibînin û dest bi xwarinê dikin.