Rojnamevan û nivîskar Cengîz Çandar, li ser ekranên Skyturk 360, di bernameya zindî de daxuyaniyên balkêş anîne ziman. Cengîz Çandar îfade kir ku, biryara avakirina TRT 6, ji hikumeta AKP zêdetir, bi telkînên Sererkanê berê Îlker Başbug, ku ew niha di bergeha doza Ergenekonê de li Girtîgeha Silivriyê tê girtin, hatiye avakirin. Li gorî daxuyaniyên Cengîz Çandar, Îlker Başbug di civînê de gotiye ku, “ku dike Roj Tv temaşe û guhdarî bikin, bila guhdariya min bikin”, û piştî vê telkîna Başbug, 2 meha şûnda TRT Şeş hatiye avakirin.