Serrûpel Nûçe PYD-YPG û Artêşa Azad li hev kirin

PYD-YPG û Artêşa Azad li hev kirin

Belav bike
 Li gor agahiyên hatîn bidestxistin, îro (4/10/2012) di navbera Artêşa Azad û hinek kesên nêzîkî PYD’ê û YPG’ê de hevdîtinek pêk hatiye û di vê hevdîtinê de her du aliyan lihevkiriye û çend biryar di navbera hev de wergirtine. Yek ji van biryaran divê hemû kesên dîl hatîn girtin serbest bêne berdan û hat zanîn ku yek ji wan Nûjîn Dêrik e. Li gor peymana di navbera her du aliyan de Nûjîn Dêrik îro serbest tê berdan. Her weha hat zanîn, her du aliyan lihevkiriye ku êdî divê hemû kom li dijî rejîmê şer bikin. Ji aliyekî din ve kopiyeke vê peymanê ku bi zimanê erebî ye gihişte destê me. Li gor peymanê her du aliyan lihevkiriye ku; 1. Divê dijminê sereke rejîm û çeteyên wê be. 2. Her du alî dê ji gundê Qestel û Cendo dûr bisekinin û dê li şûna wan komên Artêşa Azad ku têkiliya xwe bi şer re tune ye li van cihan bicih bibin. 3. Divê îro (4/10/2012) hemû dîl serbest bêne berdan. 4. Dê ala Sûriyê (ya Îstîqlalê) û alên her du aliyan di navbera komên de bin ewên ku digihin hev. 5. Li gor peymanê divê her du alî pêgiriyê bi vê liehvkirin û biryarê wê bin û ger tiştek qewimî dê aliyê sêyemîn vê yekê lêkolîn bike.

 

Avestakurd