Di demeke ku Desteya Wezîran, di bin serokatiya serokwezîr Recep Tayyip Erdogan de civîn pêk dihanîn, li peşberî serokwezaretiyê, ji aliyê kesekî ku nasnameya wî nehatiye diyar kirin ve gule hatin teqandin. Bûyer, seet di 14.00 an de pêk hatiye. Di dalana li ber deriyê ku serokwezîr û wezîr dikevine hundir û derdikevin de, di noqteya kontrolkirinê de li ser kesekî ku xwestiye bi karbidestekî re hevdîtinê bike, çek hatiye tesbît kirin. Kesê nav nediyar, çeka xwe kişandiye û teqandiye. Ew kesa, ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ve hatiye teslîm girtin.
Piştî bûyerê, Gerînendeyê Giştî yê Ewlehiyê û cîgirê wî tavilê hatine cîhê bûyerê.