Serrûpel Nûçe Serok Barzanî Kurdên Rojava hişyar kirin

Serok Barzanî Kurdên Rojava hişyar kirin

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanî, bang li Kurdên Rojava kir ku yekîtiyê pêşbixînin. Barzanî, li ser malbera hikumeta herêmî a fermî daxuyaniyek belav kir û Kurdên Rojava hişyar kirin ku, bila nekevine nav şewata lihevnekirinê. Serok Barzanî, di daxuyaniya xwe de ji PYD û Artêşa Azad a Suriyê xwest ku, dîlgirtiyên di destên wan de ne berdin.
Serokê Kurdistanê Barzanî, di meha tirmehê de hemû hêzên Kurdên Rojava li Hewlêrê anîbûn ba hev û di navbera wan de yekîtî ava kiribû.