Serrûpel Nûçe “Min Talabanî xizmetkar zen kir“(Vîdyo)

“Min Talabanî xizmetkar zen kir“(Vîdyo)

Belav bike

Rojnamevan û nivîskar Cengîz Çandar, li ser ekranên kanala TvNETê qala bîranîneke xwe a bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re kir. Piştî Sedam Huseyîn ku Celal Talabanî dibe Serokomarê Iraqê, Çandar cara ewil bi wî re hevdîtinekê dike. Çandar wê hevdîtinê wiha vedibêje, “ez bi du mixalifên Suriyeyî re çûme Iraqê. Yekî derî ji me re vekir. Li hember jî maseya taştê dihat xanê. Bi Îngilizî got, ‘hûn bi xêr hatin.’ Ez isrardar im ku bi Erebî biaxifim lê ew her tim bi Îngilizî diaxife. Dibêje, ‘hûn ê hêka xwe çawa bixwin, bila bê kelandin an qêxane be?’ Ez jî dibêjim, ferq nake çawa dixwazî bila wisa be. Ji ber kesê ku derî jî ji me re vekir ew bû, ez wî xizmetkar dihesibînime. Li wira mirovekî simbêlboq û bejna xwe 2 metro jî hebû .
Ku min ev dît, min ew Talabanî seh kir. Ez çûme ba wî û min bi Erebî ji wî re got “merheba” fîlan. Mirov qet bersiv neda min. Min bi Îngilizî got “merheba” dîsa bersiv neda. Min di cem xwe de got, mirovekî ewqas girîng dike te çi bike, herhal kevneşopiyeke vî karî heye. Yê din hîn tê ji me re qala hêkan dike. Dûra bi Îngilizî ku çawa qala siyasetê kir, wê deqê min fehm kir ku ew Talabanî ye. Min ji Talabanî pirsî, ew mirova kî ye? Got, ‘ew parêzvanê min e. Tenê Kurdî dizane, loma bersiv neda te.’ Min Talabanî xizmetkarê Talabanî zen kir.”
Çandar dibêje, “kengî ku ez bi Talabanî re tême ba hev, her tim ji min dixwaze, ‘hele qala wê meselê bike’ û em bi hev re dikenin.”