Serrûpel Nûçe Îro Amed hate dorpêçkirin

Îro Amed hate dorpêçkirin

Belav bike

Dîmenên ku îro ji Amedê tên, nîşan dide ku îro Amed rojeke awarte dijî. Bi armanca piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê, BDPê bang li gel kiribû ku, bila 17 û 18ê Mijdarê, ji bo 48 seeta çalakiya grevên birçîbûnê, li her bajaran û li qadan, bi beşdariya gel pêk bînin. Ji ber vê, hemû bajarên Kurdan û bi taybet jî Amed, îro ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê ve, bi wesaîtên bizirx hate dorpêçkirin.   
Li gellek deran, gel rasta midaxeleya polîsan hat û gel û polîs hatine hemberî hev.  Teva hemû midaxeleyên hezên dewletê jî, li pirr deran çalakiya greva birçîbûnê a ji bo 48 seeta destpê kiriye.