Serrûpel Nûçe “Werin em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin“

“Werin em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin“

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, îro li navçeya bajarê Mûşê li Kopê, di mîtînga ku ji aliyê BDPê ve hate lidarxistin de axifî. Demîrtaş, di axaftina xwe de xweşhaliya xwe a ji bo ku bê mirin grevên birçîbûnê bidawîbûne îfade kir û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku, bila werin bi wan re rûnin û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Demîrtaş anî ziman ku ji xwe armanca çakakiya grevên birçîbûnê jî ev bû ku, mizakere bêne destpêkirin. 
Demîrtaş wiha axifî: “Gelê Kurd bi nasnameya xwe, bi awakî azad dixwaze xwe rêve bibe. Ev grevên birçîbûnê bi vê armancê hatin kirin. Pêwiste tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ji nû ve diyalog destpê bike. Ji bo ku em pêşiyê li mirinan bigrin, ji îro pê ve pêwiste em bi hev re rûnin û pirsgirêkê di nav xwe de çareser bikin. Pêwiste hikumet û serokwezîr hesas nêzika pêvajoyê bibin û hîn cidî di ser pirsgirêkê de xwar bibin.”