Li Tirkiyê hejmara zarokên karker mîlyonek e. Li ser pirsa Parlementerê CHPê yê Stenbolê Kadir Gokmen Ogut, Wezîra Polîtikayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn, di derbarê rewşa zarokên li Tirkiyê dijîn de, daneyên hatine lêkolînkirin eşkere kirin. Li gorî ragihandina Şahîn, li Tirkiyê mîlyonek zarokên karker hene. Dîsa di nav 10 salên dawiyê de, li Tirkiyê 30 hezar zarok rasta îstismarê hatine.
Hêjayê gotinêye, li Tirkiyê zarokên ku mecbûr dimînin bixebitin, zêdetir zarokên Kurdan in. Bi taybet jî malbatên karker yên demsalî, her sal 7-8 meha berê xwe didine xerîbiyê û bajar bi bajar digerin û tevlî zar û zêçên xwe dixebitin. Hejmareke zêde a zarokên Kurdan jî, zarokên malbatên ku koçberî bajar û metropolan bûne û li wan derana di her karî de têne xebitandin teşkîl dike.