Serrûpel Nûçe Dayîkên Şemiyê 400 heftene li zarokên xwe digerin (Vîdyo)

Dayîkên Şemiyê 400 heftene li zarokên xwe digerin (Vîdyo)

Belav bike

Dayîkên ku zarok, bra, bav û xuşkên xwe di binçavan de wenda kirine, Dayîkên Şemiyê, ev 400 heftene ku li Stenbolê, li pêş Lîseya Galatasarayê her roja şemiyê dicivin û ji dewletê zarokên xwe yên hatine wendakirin dixwazin. Ji sala 1995 an heta sala 2012 an, 17 salin ku 10 hikumet, 3 serokomar, 6 serokwezîr, 16 wezîrên dadê, 17 wezîrê karên navxweyî kevn kirin lê ti hikumet û serokwezîr aqibeta wendahiyên wan dernexistine holê.
Dayikên Şemiyê vê heftê 400. çalakiya xwe a li pêş Lîseya Galatasarayê a rûniştinê lidarxistin. Di çalakiya 400. de ligel Dayikên Şemiyê û xizmên wendahiyan, gellek siyasetmedar, hunermend û navên naskirî piştgirî dane çalakiya Dayikên Şemiyê.