Serrûpel Nûçe Hemas: Îran bêmerc çek û peran dide me

Hemas: Îran bêmerc çek û peran dide me

Belav bike
 Li Xeza a Filistînê Zehar tevlî bernameya ji aliyê Medyaya Filistînê ve hatî amadekirin ve bû. Zehar axivitineke balkêş kir û got “Em li Xezayê ne di bin çengê kesekî de ne. Ne şerme jî ku em bêjin kî alîkariya me dike. Yên ku ne razîne Îran alîkariya me dike, eger dixwazin em alîkariyê ji wan werbigirin bila bi Îranê re reqabetê bikin.” Zehar bal kişand ser êrîşên dawî yên Îsraîlê û got “Me di şerên dawî de 7 balefirên Îsraîl xistine xwarê. Di van şeran de me 5 moşekên Şafaq û moşekên (Fûze) din bikaranîn û ev çêkirnên herêmî bûn, dinya şaş ma ji teknolojiya di destê Hemasê de.” Berdewam kir û got “Heta ku Îsraîl girêdayî agirbestê be Hemas jî dê girêdayî be, ev yek bi Îsraîl ve girêdayî ye.”

 

Avestakurd