Serrûpel Nûçe Li ser navê ´Rojavayê Kurdistanê` li hev nekirin

Li ser navê ´Rojavayê Kurdistanê` li hev nekirin

Belav bike

Endamên her du encûmenên kurdî yên rojavayê Kurdistanê şevê din li Hewlêrê civîna xwe bi da dawî kirin. Endamê Desteya Bilind a Kurd û Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kurd Îsmaîl Hemê diyar kir ku her du encûmenan biryara berdewamiya xebata di bin banê Desteya Bilind a Kurd de dane. Hemê herwiha ji Rûdawê re da zanîn ku herdu encûmenan bi hev re biryar dane ku ji bo Sûriye û rojavayê Kurdistanê di qada navneteweyî de doza federaliyê bikin.

Herwiha wê hêza leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel û hêzên din ên leşkerî yên rojavayê Kurdistanê jî di bin banê Desteya Bilind de bin. Ji hêla din ve Endama Desteya Bilind, Sînem Mihemed di bernameya bi navê `Rojavayê Kurdistan´ a Galî Kurdistan de diyar kir ku ji bo birêveberina leşkerî komîteyek hevbaş hatiye damezirandin.

Sînem Mihemed herwiha diyar kir nîqaşa di derbarê navê siyasî yê rojavayê Kurdistanê de bi encam nebûye û wiha axifî: “Me û gelek partiyên din navê ´Rojavayê Kurdistanê´ pejirand. Lê belê hinek partî li dijî binavkirina herêma kurdan a bi vî navî ne. Sedemê lidijderketina wan jî ew e ku hinek aliyên ereb li dijî vî navî bi bertek bin.” Rûdaw