Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvînek ligel Ciwan Haco

Hevpeyvînek ligel Ciwan Haco

Belav bike

Ciwan Haco:

· Li Kurdistana rojava 3 mîlyon dil lê dide

· Lazime êdî dijmintî di navbera Kurdan de rabe

· Di navbera me de lazime şer bibe xeta sor  

Ciwan Haco,  ji binemaleke navdar e. Hunermendekî li seranserê Kurdistanê hem naskirî, hem jî hezkirî ye.

Salên dûr û dirêj e, distirê. Li ser welat., li ser evîn û xerîbiyê stranên ku nayên jibîrkirin çêkirin.

Sal çiqas derbas bibin jî, ew her demê ciwan e. Hem bi suhbet û axaftina xwe, hem jî bi îmaj, kinc û bejn û şemala xwe.

Ew niha li Swêdê dijî.

Gelek kesan weke min meraq kirin, ka Ciwan Haco li ser vê rewşa dawiyê ku rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe, çi difikire.

Min telefonek ji Ciwan re vekir û suhbeteke dûr û dirêj pêre kir.

Beşekî ji wê suhbetê li vir diweşînim, lê dirêjiya wê hûn bi xwe guhdarî bikin.

Ciwan Haco berî demekê li başûrê Kurdistanê du konsertên mezin dan. KOREK sponsoriya wan konsertan kir. Di wan her du konsertan de, tevî alîkariya ku hate kirin, zêdeyî mîlyonek dolar ji bo Kurdên rojava hate komkirin.

Ciwan Haco ji bo vê yekê spasiya Sîrwan Barzanî dike ku sponsorê sereke yê her du konsertan bû.

Li hevpeyvînê bi deng
guhdarî bike

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Ciwan, berî çend rojan tu li başûrê Kurdistanê bû yî, te ji bo Kurdên rojava du konsertên mezin pêşkêş kirin. Te ji nêzîk ve ew dîtin… te ji nêzîk ve li derd û dengê wan guhdarî kir.

Pirsa di serê min de diçe û tê ev e: Ji Kurdan re niha çi lazim e, çi ji Kurdan tê xwestin, divê Kurd çi bikin?  Em her tiştî deynin aliyekî, Ciwan Haco ji Kurdan çi dixwaze?

Binêre Dilbixwîn, ji vê bersiva te re yek bersiv heye. Yekîtiya Kurdan. Ev dermanê me ye. Dema ku însanek nexweş dikeve, li dermanê xwe digere ne wilo?

Belê, bêguman.

Dema ku dermanê xwe dît, êdî dest pê dike rihet dibe. Dermanê me Kurdan jî yekîtiya me ye. Eger em yek bin, hêza Kurdan hebe, quweta Kurdan hebe, bawer bike Dilbixwîn emê bi serkevin. Kurdên Kurdistana binxetê bi serdikevin. Îro dema ku New York Times û Telegraf û Le Monde, ev rojnameyên bi nav û deng dema ku behsa Kurdan dikin, bi taybetî dema ku pozîtîv behsa me dikin, ew ji ber xwe ve nanivisînin, divê Kurd vê fêm bikin, ew îşaretê didin me herçiqas kêmasiyên Kurdan hebin jî, dibêjin Kurdan xwe organîze kirine kurdan xwe nexistine nava vî şerî Kurd xwe bi hêz dikin, Kurd quweta xwe çêdikin… dema ku ev rojnameyên mezin behsa me dikin, ev tê wê wateyê ku dinya ji me re hazir e.

 

Tu dibêjî Kurdan heta niha siyaseteke baş kirine?

 

Belê, Kurdan heta niha siyaseteke baş kirine. Lê divê ev berdewam bibe û divê ev nanokî, vê partiyê halo got, serokê filan rêkxistinê halo got, filan organîzasyonê halo got, divê em dev ji van çîrokên beradayî berdin.  Niha yekîtiya me ji me re lazim e.

Dinya behsa me dike. Dinya behsa Kurdên rojava dike. Raste em biçûk kirin, lê îro 3 mîlyon dil li Kurdistana rojava heye. 3 mîlyon dil lê dide. Ev hêzeke, ev quwetek e. dizanî eger îro Kurdên Kurdistana rojava bi serkevin û azadiya xwe bi dest bixin. Ev dibe pişt ji bo Kurdên Kurdistana başûr, bakur û rojhilat.

Ji Kurdên din çi dixwazî, Kurdên perçeyên din.

Divê ew bi çavekî mezin li me bimeyzînin. Nebêjin ew biçûk in, cografiya wan biçûk e, tu carî ne wilo ye, binêre em ne biçûk in, ferehiya Kurdistana rojava bi qasî Qeter û Behrên û Kiwêtê bi hev re tê.

Ciwan, te behsa yekîtiyê kir, te tiliya xwe da ser birînekê, ku Kurd bi salane ji ber wê diêşin, ji Kurdan re yekîtî lazim e. Tu ji Kurdan re yekîtiyeke çawa dixwazî? Çeklê herî baş ji yekîtiya Kurdên rojava re çawa ye, li gora dîtina te? Her partiyeke me bi aliyekî ve girêdayî ye, her partiyek dîtin û nêrîna wê ya siyasî cuda ye…

Ez nabêjim bila partiyên Kurdan bibin yek, bibin yek partî, ev tu carî çênabe. Ez dibêjim yekîtiya xwe ya eskerî çêbikin. Ez babêijm bila şer bikin, ez naxwazim xwîna însanekî Kurd birije. Lê divê hêza Kurdan hebe, Kurd vê yekê ji min çêkir dizanin, dema ku dused xort ji Amûdê diçin hawara Serê Kaniyê, ev tê wê maneyê ku Kurd  ji vê meselê re amade ne. Kurdên Kurdistana rojava her demê xwîn rijandine, teqsîr nekirine, ez naxwazim însan werin kurştin, jixwe dilê me hunermendan di vê meselê de tenik e. naxwazim yek însan were kuştin. Lê Kurdan di vê meselê de qerara xwe da ye.  

Yanî hêzeke eskerî ji bo Kurdan lazime ku herêma xwe biparêzin?

Belê. Cihê xwe biparêzin, mesela ewlekariyê ye, mesela dizîn çênebe, xwe ji derdorê, ji alemê biparêzin, ev tunebe tu caran emê bi sernekevin. Her wiha hêzeke aborî, ekonomî hebe. Divê çareyek ji vê meselê re were dîtin. Divê Kurdên din jî amade bin ku alîkariyê bikin.

Em werin ser Kurdên din, berî vê bi demekê tu li başûr bû yî, tu pir diçî bakur, tu li seranserê Kurdistanê hem hezkirî, hem jî baş nakirî yî. Di vê dema hesas de ku Kurdên rojava pêweîstiya wan pê heye, ji Kurdên din çi dixwazî, çi tê xwestin?

Te behsa çûna min ya başûrê Kurdistanê kir. Bi rastî îro serok Mesûdê Barzanî bi karekî pîroz radibe. Gereke em vê bibînin. Min dît, em axifîn jî, suhbeteke xweş di navbera me de çêbû, tiştê ku wî jî digot, Yekîtiya Kurdan. Terkîz li ser yekîtiya Kurdan dikir. Bi rastî jî tiştê ku wî heta niha kiriye, ev yekîtiya ku niha çêbûye, bi saxa serê wî çêbûye. Gereke em Kurd vê bizabinin. Divê ev cihê rêzgirtinê be.

Dizanî Ciwan problem di vir de ye, dema ku Kurd diçin Hewlêrê, li Hewlêrê dengê xwe dikin yek, diçin cem serokê Kurdistanê birêz Mesûd  Barzanî, her çiqas nakokî di navbera wan de hebin jî,  di hinek xalan de li hev dikin. Dema ku vedigerin rojava, mesele dibe tiştekî din, ew hevkirina li Hewlêrê pêk nayê.

Binêre ez ji birayê xwe re bêjim. Wê kêmasî çêbibin. Eger ez bêjim fila rêkxistin kêmasiyên wê tune ne, tu tu ji min bawer dikî, ne jî ez ji xwe bawer dikim. Wê kêmasî hebin, belkî li vir zorê li şexsekî bikin, di jiyana me ya rojane de ev tişt dibin, dema ku tu bûyî partiyek sedî sed wê tu şaşiyan bikî, eger te şaş kir, ev nayê wê maneyê ku tu êdî bibî dijminê min. Lazime êdî dijmintî di navbera Kurdan de rabe. Lazime dijmintî di navbera Kurdan de bibe xeta sor. Di navbera me de lazime şer bibe xeta sor.  Gereke em vê ji hişê xwe bavêjin.  Partiyeke Kurd çawa be, şeklê wê, rengê wê çawa be, li dawiyê ji min re partiyeke Kurd e, ez pêre me. Ne maqûle ez herim xwe bigihînim hêzeke din. Her çiqas kêmasiya wê partiyê hebe jî, ez pêre me. Lazime em Kurd li tiştê biçûk nemeyzînin. Nebêjin filan partiyê wiha kir, tu dikarî pêre li hev werî. Carekê du car sed car, hûn li dawiyê li hev werin. Binêre di dîrokê de dijminê me li hev kirine, dema ku li hev kirine, bi me karibûne. Gereke em Kurd berî her tiştî em yekîtiya xwe ava bikin.

Ciwan, lazime partiyek bi serê xwe serê xwe nekişîne û nebêje ji ber ku ez gelekî mezin im, ez tekane hêz im, ji min bihêztir tune ye, quweta min mezin e, ferq nake, Al Partî dibe, PYD dibe, Azadî dibe, Yekîtî dibe… kîjan dibe bila bibe, li seranserê dinyayê wiha ye, partiyek dibe destelat, yên dibin opozîsyon, hinek partî hene, belkî tenê parlamenterekî wê hebe… ez dibêjim divê mafê hemû partiyan hebe… tu çi dibêjî?

 

Belê. Heqê partiyekê tune ye bêje ez bi tenê heme, mantiq qebûl nake. Raste ew hêzeke serekî ye. Partiyeke biçûk û yeke ku sed endamên wê hebin nabin yek. Şexsek be jî lazime hurmeta wî şexsî were girtin. Ewê ku quweta wan heye, rica min ji wane bila xurur bi wan re çênebe. Gereke ew Kurdên din hembêz bikin. Madem tu quwetî, madem hêza te heye, tu here wan kesên din hembêz bike, endamên wan belkî 3-4 kes nebin, here wan hembêz bike, here ji wan hez bike, ji ber ku quwet di destê te de ye, tu biçe wan hembêz bike, gereke xurur bi însan re çênebe. Çiqas quweta te jî hebe, xurur tiştekî nebaş e.