Keça ku wek Filistînî hatiye lansekirin a 10 salî, li dijî leşkerên Îsraîl îsyana xwe nîşan dide. Ji ber ku leşkerên Îsraîl hevalên wê birine, keça Filistînî gellekî bihêrs bûye û bi Erebî ji leşkeran dipirse, “ez zanim ku hûn Erebî fehm dikin, we hevalên min kuderê de birin?” Keça ku bersivê ji leşker nagire her diçe hêrstir dibe û hucuma ser leşker dike.
Ev dîmenên keça Filistînî li ser înternetê gellekî deng da.