Serrûpel Nûçe Gelo dê Emerîka êrîşî Sûriyê bike?

Gelo dê Emerîka êrîşî Sûriyê bike?

Belav bike
 Şandina keştiya şer ji aliyê Emerîka ve bo avên Sûriyê, deriyê gotûbêja ‘gelo Emerîka dê li dijî Sûriyê mudaxeleya leşkerî pêk bîne’ vekir. Hêjayî gotinê ye di vê keştiya Emerîka de 8 balefirên şer û 8 hezar leşker hene. Hat zanîn, eger hat û Emerîka biryara mudaxeleya li dijî Sûriyê wergirt, dê Emerîka li dijî Sûriyê bi 17 keştiyên şer, 70 balefirên şer, 10 keştiyên şer yên biçûk dest bi operasyona li dijî Sûriyê bike. Her weha di van gemiyan de sîstema parastinê ya moşekan jî heye. Ji aliyekî din ve berpirsekî bilind yê Emerîka ku nexwest navê xwe aşkere bike ragihandiye ku hêzên taybet yê Emerîka bi awayekî rast di pozisyona xwe de ne.

 

Avestakurd