Stranbêjê Kurd yê navdar Şahê Bedo, bi strana “ez xortê Kurd im” re klîbeke nû çêkir. Klîb, bi dîmenên bombebarandina balafirên şer destpêdike.
Dayê tu negrî
ez xortê kurd im pirr bi nav û deng
wa min hil girtiye bombe û tifeng
ez herim şer ez herim ceng
ger nezivirin dayê tu negrî
li vir heta çiya nav û dengê min
dinya hemû dît şan û rengê min
tu temaşeke şer û cengê min
ger ez bêm kuştin dayê tu negrî
Dayika min û te tev Kurdistan e
em wê xelaskin ji bin desta ne
ger venegerim ew bo me şan e
ger ez şedîdbim dayê tu negrî