Serrûpel Nûçe Rêznezaniya CHP a li dijî Serok Barzanî

Rêznezaniya CHP a li dijî Serok Barzanî

Belav bike

Hiquqzanê makezagonê û parlementerê CHPê yê Eskîşehîrê Suheyl Batum, di mijara rakirina destnedayîniya 10 parlementerên BDPê de, nirxandin kirin û xwe ranegirt zimandirêjiya Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî kir. Batum got, “di heyameke ku makezagon tê amadekirin de rakirina destnedayîniyan helwesteke bêsamîmiyet e” û gotin anî ser Serok Barzanî, “gelo yê ku gerîlayan (dibêje “terorîst”) li Qendîlê dihewîne kî ye? Li Iraqê rêvebirê herêma Kurd yê yekane Barzanî kî ye? Tu yê vî Barzanîyî dawet bikî û hembêz bikî, ji bo wî slogana “Tirkiye bi te serbilind e” avêtin bidî, dûra jî bi hinceta “terorîst” hembêz kirinê destnedayîniya wan rakî. Hûn bi vê dixwazin kê bixapînin.”
Batumê CHP’yî, bi vê nirxandinê dixwaze bibêje, ha we li Enqerê Serok Barzanî ezimandiye, ha parlementerên BDPê gerîla hembêz kirine, ji bo me heman tişt e.