Serrûpel Nûçe Tirkiyê 500 çekdar şandiye Rojava

Tirkiyê 500 çekdar şandiye Rojava

Belav bike

Endama Desteya Bilind a Kurdî (DBK) Îlham Ehmed, rastiyeke ku çendake bi taybet li Serêkaniya Başûr pêk tê eşkere kir. Ehmed diyar dike ku nêzika 500 endamên komên çete yên çekdar, ji aliyê Tirkiyê ve şandine Kurdistana Rojava. Çekdarên ku derbasa Rojava dibin, êrîşa Kurdan dikin.
Bi taybet jî pevçûnên ku di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de li Serêkaniya Başûr diqewimin, ji ber êrîşên ev komên çete yên li dijî Kurdan pêk tên.
Endama DBK’ê Îlham Ehmed, radigihîne ku di pevçûnên du rojên dawiyê, yên di navbera YPG û komên çete de, herî kêm 25 çetevan hatine kuştin û gellek jî brîndarên komên çete hene.
Di pevçûnan de endameke YPGê jî jiyana xwe ji dest daye.