.
.
.
.
.
.
.
Îro destê sibehê tîmên melevaniyê (sobayî) termê Nazik Nêrweyî ji rûbarê Zêya Mezin derxistin.
Duh pêlav, telefon û desmala wê hatibûn dîtin.
Nazik Nêrweyî li pey xwe nameyek hişt, lê belê heta niha nehatiye ragehandin ka gelo çi di nameyê de hatiye nivîsîn, derbarê xwe xeniqandinê de ye yan na.
Stranbêj Nazik Nêrweyî sala 1987 li Dêrelûkê ser bi qezaya Amêdî ya Dihokê ji dayîk bûye, gelek stranên wê hene û du meh dibe zewicî bû. Doh xwe ji ser pira Dêrelûkê avêt çem û dawî li jiyana xwe anî.