Serrûpel Nûçe Muslim: YPG’ê dê tişta pêwîst bike

Muslim: YPG’ê dê tişta pêwîst bike

Belav bike
 Salih Muslim der barê rewşa Serêkaniyê û axivitinên Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû de bersiva pirsên Nûçe TV da. Muslim di axivitina xwe de diyarkir ku ‘armanc ew e aramiya Rojavayê Kurdistanê xerab bikin û Rojava dagir bikin.’ Her weha Muslim got ku van piştî pevçnan daxwaza agirbestê kirin, lê li ser daxwaza Tirkiyê sozên xwe bicih enanîn û careke din êrîş kirin. Muslim aşkere jî kir ku Tirkiyê ji van koman xwestiye ‘ger êrîş nekin dê piştgiriya wan nekin.’ Salih Muslim her weha teqez li wê yekê kir ku ‘divê ev kom ji bajêr derkevin’ û got ‘ger ev kom dernekevin YPG’ê dê tişta pêwîst bike.’ Muslim der barê axivitina  Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû de jî ku gotibû ‘ger Kurd li Sûriyê biryara Federasyonê di parlementoya azad de bidin em ê ji vê yekê re rêzê bigirin’ got “Ev yek biryara gelê Sûriyê ye. Divê ewil Davûtoglû rêzê ji parlemento û parelementerên xwe re bigire” Her weha Muslim got jî ku divê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû de sînorên xwe bizane.

 

Avestakurd