Bavê 4 zarokan û damezrînerê kovara Playboyê Hugh Hefner, ku temenê wî 86 in, bi keça 26 salî a bi navê Crystal Harris re zewicî. Hefnerê ku heta niha 2 cara zewicîbû, şeva serê salê, li Malîkaneya Playboyê mehr birî.
Li gorî daxuyaniya kovara Playboyê, aktor û komedyenê Amerîkî Jon Lovitz û endamê koma muzîkê yê Kiss Gene Simmons jî beşdarî merasîma zewacê bûne.
Bûka 26 salî Crystal Harris, di sala 2009 an de wek Playmate hatibû hilbijartin. Dûra dergîstî bûbû lê nêzika zewacê dergîstiyê xwe terk kiribû.