Serrûpel Nûçe Li Stenbolê êrîşî Kurdan kirin: 15 brîndar

Li Stenbolê êrîşî Kurdan kirin: 15 brîndar

Belav bike
Doh (04.01.2013) li navçeya Stenbolê li Zeytînburnuyê, li salona Yigitoglu daweta malbateke navçeya Êlihê a Hezoyê (Kozluklu) hebû. Seet di derdorê 22.00 an de komeke nijadperest, ku nêzika 50 kesî bûne, êrîş birine ser mêvanên ku hatine dawetê. Êrîşkarên faşîst, li ber salonê slogan avêtine û li ber çavên polîsan êrîşa Kurdan kirine. 20 polîsên ku li cîhê bûyerê bûne qasî nîv seetê midaxeleya êrîşa koma nijadperest nekirine. Di encama êrîşê de jê 5 gran, 15 kes hatine brîndar kirin.
Bi awakî eşkere, mînîbuseke ku plaka xwe 34 HR 0549 bûye, hatiye cîhê bûyerê û bi tifinga pompeyî gule berdane mêvanên dawetê. Êrîşkaran sloganên wek, “vira taxa me ye, hûn nikarên li vira bi Kurdî stranan bistrên” avêtine û êrîş pêk anîne. 
Zava Eyup Solun ragihandiye ku, wana êrîşkarek girtine û radesta polîsan kirine lê li ber çavên wan polîsan ew kesa serbest berdane.
Ji brîndaran Zekî Şayak girtine ameliyatê. Ridvan Solun 4 tiliyên wî jêbûne û Ferhat Uluişik jî di serê xwe de brîndar bûye. Dîsa Muzaffer Solun jî di sînga xwe de derbe xwariye.