Îbo li Zaxo bingeha çend projeyên mol û malan avêt.
Li gora ku Berpirsê ragihandina qeymeqamiya Zaxo Seyfedîn Hacî ji Rûdawê re ragihand, Tatlises girêbenda avakirina moleke hevdem û yekîneyên niştecîbûnê li gel kluba Zaxo ya werzişî îmze kir û ber bi Dihokê ket ser rê.
Ev demeke Tatlises hilberînê li Herêma Kurdistanê dike û berî demekê Hewlêr weke bajarê herî girîng ji bo hilberînê bi nav kir.