Serrûpel Nûçe Ji Demîrtaş hûrgiliyeke balkêş

Ji Demîrtaş hûrgiliyeke balkêş

Belav bike

Îro (13.01.2013) di qunciknivîsa xwe de, rojnamevanê rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkuk, behsa hûrgiliyeke balkêş a ku ji wî re Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş parve kiriye dike. Ozkuk û Demîrtaş li Parîsê têne ba hev. Di vê hevdîtinê de Demîrtaş diyar dike ku, çendakî berê li Fransa, polîsan li dijî derdorên PKKê operasyon lidarxistiye. Polîsan kesên ku girtine binçavan, sûretên wan yên ku ketine û derketine avahiya ku sê jinên Kurd li wir hatine kuştin nîşana wan dane.
Ozkuk îfade dike ku, piştî ev îdiaya Demîrtaş, wî ji gellek Kurdan pirsiye û hemûyan ev agahiya piştrast kiriye.
Nivîsa Ozkuk a li ser vê mijarê wiha ye:
“Polîsên Fransiz çendakî berê, li dijî derdorên PKK’yê yên li Fransa, gellek operasyon pêk anîne. Di jêpirsîna kesên ku girtine binçavan de tiştekî balkêş qewimiye. Hin kesên binçavkirî gotine ku ‘ti eleqa me bi PKKê re tine.’ Li ser vê, polîsên Fransiz sûretên wan yên dema ku ketine û derketine avahiyê dane pêşberî wan. Ev avahiya ku polîsan sûretên herkesekî ku ketiye û derketiye kişandine, avahiya ku sê jinên Kurd hatine kuşti e.”