Serrûpel Dosya Hirço Berazî kujerê serokê Sûriyê mir

Hirço Berazî kujerê serokê Sûriyê mir

Belav bike

Hirço Ehmed Bekir, di sala 1920 de li bajarê Hema, ji binemaleke Berazî ji dayîk bûbû. Ew ji Beraziyên Kobanî bû. Pismamê, serokwezîrê Sûriyê yê berê Muhsin Berazî bû, di dema serokatiya Hisnî El Zeîm de.

Muhsin Berazî û Hisnî El Zeîm di encama derbeya eskerî ya Lîwa Samî El Henawî de, sala 1949 hatibû îdamkirin. El Henawî tenê 2 rojan bûbû serokê Sûriyê.

Di kanûna sala 1949 de Eqîd Edîb Şîşeklî derbe li dijî El Henawî çêkir û ew çend mehan xiste zindanê.

Piştre ji zindanê hate berdan û çû Libnanê, di sala 1950 de, li Beyrûtê Hirço Berazî heyfa pismamî xwe ji El Henawî hilanî û ew kuşt.  

Hirşo hate girtin, cezayê muebed dane wî, lê ew di sala 1953 de, bi navbênkariya Siûdyê serbest hate berdan.

Hirço Berazî, li Hemayê weke Hirço axa jî dihate naskirin.