Serrûpel Nûçe “Qetlîama li Parîsê duyem qetlîama Dêrsimê ye“

“Qetlîama li Parîsê duyem qetlîama Dêrsimê ye“

Belav bike
Îro (14.01.2013) brayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Grava Îmraliyê û bi kekê xwe re hevdîtin kir. Ji vegera Grava Îmraliyê Mehmet Ocalan, di derbarê hevdîtinê de hin agahî dane çapemeniyê.
Abdullah Ocalan ji malbata Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re sersaxî xwestiye û xemgîniyê xwe aniye ziman. Ocalan qetilkirina her sê jinên Kurd wek duyem qetlîama Dêrsimê nirxandiye û şermezar kiriye. Ocalan gotiye ku, nav çi dibe bila bibe, bila di demeke kin de berpirsyaran derxînine holê.
Ocalan îfade kiriye ku, ger di rojên pêş de hevserokên BDPê biçine serdana wî, ew ê di derheqê pêvajoyê de daxuyaniyan bide.
Li ser televîzyon dayînê jî Ocalan gotiye ku, min ti cara televîzyon nexwest. Rêvebiriya Îmraliyê bi israr televîzyon dane min.