Serrûpel Nûçe Şeva alîkariya ji bo Kurdên Sûriyê

Şeva alîkariya ji bo Kurdên Sûriyê

Belav bike
 

 

 


 

Nesrîn Bayram ji malpera Avesta Kurd re got, kampanya wan ya di bin navê “Destê Xwe Dirêjke!” ku bi rêve diçe û gelek kes bi gelek rengên cuda têde beşdar bûne alîkariye baş ji bo Kurdên Sûriyê amade kiriye, got ewê Konserteke mezin ya alîkariyê li Kopenhagenê çêbikin.

 

Bayram, her wiha diyar kir di şeva lîkariyê de, kesayetiyên navdar, siyasetvan, parlamenter û hunermendên bi nav û deng beşdar didin.

 

Nesrîn Bayram got, parlamenter Christian Juhl, Özlem Sara Cekic, serokê berê yê Kopenhagenê Villo Sigurdsson weke axaftvan beşdarî şevê dibin.

Her wiha wê serokê berê yê partiya SF û wezîrê Bacê Holger K. Nielsen beşdar bibe. 

 

Bayram got, li kêleka hunermendên Kurd yên naskirî Nizamettin Ariç, Ganî Nar, Fuat Talay, Cahit Ece, Hakan Vereskela û hunermendên surprîz amade dibin.

 

Roj: 25.01.2013
Saat: 18.00 – 24.00 
Cih:  Multisalen

       Nørrebro hallen

       Nørrebrogade 208

       2200 København N