Li bajarê Colemêrgê, li navçeya Şemzînanê qasî 2 metroya berf bariyaye. Ji ber berfa zêdetir, 4 kîlometre nêzika gundê Umurluyê, komek leşkerên ku li ser sînor nobet digirtin asê mane. Leşkeran bi bêtêlê xeber dane gundiyan. Gundiyên derdorê kom bûne û bi bêr û betaniyan reviyane hawara leşkerên dewleta Tirkiyê.
Li Gediktepeyê gundî gîhaştine leşkeran. Li gorî ragihandinên gundiyan, leşker di rewşeke gellekî perîşan de bûne. Gundiyan leşker girtine û vegeriyane gundê xwe.