Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan, beşdarî bernameya televizyona Skyturk360’ê bû. Tan, di derbarê serdana Kerkukê a Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu de, ku di meha tebaxê de serdana Kerkukê kiribû, îdia kir ku Davutoglu, li Kerkukê ji aliyê hêzên Malîkî ve hat xwestin ku were girtin lê Kurdan ew ji girtinê filitand.
Parlementer Tan, di mijara grevên birçîbûnê de jî diyar kir ku, bi destûra taybet a Wezareta Dadê wana serdana hin girtiyan kirine û jinekê ji ber greva birçîbûna çavên xwe wenda kirine. Tan, “tenduristiya kesên di greva birçîbûnê de ne her diçe xirabtir dibe. Gelo mirov, ma bi mirina xwe wê îsbat bikin ku şowê nakin? Di greva birçîbûnê de jinek kor bû.”