Navdarên ku li Frensayê dijîn û ji ber baca serwetê a zêde muzdarîbin, yek bi yek Frensayê diterikînin. Piştî aktorê navdar Gerard Depardieu, niha jî aktrîsa navdar a Îtalî Monica Bellucci, biryar girtiye ku Frensayê terk bike û li Brezîlya li bajarê Rio de Janeiro bi cih bibe.
Her çiqas Bellucci sedema Parîs terk kirina xwe bi baca serwetê ve girê nede jî, ji aliyê çapemeniya Frensayê ve tund tê rexnekirin.
Stêrka fîlman a 48 salî Monica Bellucci, bi hevjînê xwe Vincent Cassel re, ku ew jî stêrkê sînameya Frensiz e, li Parîsê dijîn.
Monica Bellcci dibêje, “ji vir û pê ve şûna min, cihê ku ez ê karibim enerjiya behrê bikişînime hundirê xwe, wê peravên Rio bin.”