Serrûpel Magazîn “Divê em jî sînemaya xwe bihêz bikin“

“Divê em jî sînemaya xwe bihêz bikin“

Belav bike

Di civînê de Behmen Qubadî li ser hunera sînemayê axifî û bersiva pirsên xwendekaran ên derbarê hunera sînemayê de da. Qubadî li ser cîhazên teknîkî yên Filmê ‘’Demsala Kerkedan’’ jî agahî dan û herwiha berhema xwe ya dahatû jî pêşkêşî Beşa Sînemayê ya Koleja Hunerên Ciwan a Zanîngeha Selehadîn kir.

Qubadî wiha axifî: ‘’Niha sînemaya Tirkiye, Îran û welatên Erebî ber bi hêzbûnê ve diçe û em jî wek sînemakar, erkekî mezin li ser milê me ye û divê mil bi milê sînemaya wan welatan em jî ber bi pêş de biçin û sînemaya xwe bihêz bikin.’’

Behmen Qubadî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Niha sînema gelekî girîng e û li seranserê cîhanê hikûmet girîngiyê pê didin, her yek ji we dikare bibe trîbuneke mezin û berhemên wek dengê Kurdan bighînin cîhanê. Divê hun fîlman ji bo festîvalan berhem neyînin, tenê bo dil û derûna xwe çêbikin, pirsgirêka niha ya sînemaya Kurdî ew e ku hemû kes hewl dide bilez yekemîn filmê xwe yê sînemayî çêbike.’’ Bas News