Serrûpel Berhemên Nû Pênûsa Nû hejmara 9´an derket

Pênûsa Nû hejmara 9´an derket

Belav bike


 


Di hejmara 9an de çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.

Gelek nivîskarên mîna; Dr. Ehmed Xelîl, Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, Serhan Îsa, B. Cigerxwîn, Mizgîn Hesko, Yehya Elewî Ferd, Celal Emîn, Ezîz Xemcivîn, Newaf Mîro, û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. Her wisa ji zargotina kurdan me çîroka ‘’Jin û Şêr’’ belav kiriye.

Me vê carê ‘’Feqiyê Teyra ku yek ji kilasîkên kurd e bi we daye nasîn, her wiha hin helbestên wî yên bijartî.

Her wiha me herêma’’Mezopotamya’’ di vê jimarê de bi we daye nasîn, bixwînin û ji nêz ve wê herêma dîrokî binasin.

Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve diçin, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.


Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com
06.02.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’