Serrûpel Magazîn Eve Mîlanê Shakira û Pique

Eve Mîlanê Shakira û Pique

Belav bike

Stranbêja ku di heman demê de qasidê nîyeta baş a UNICEFê ((Saziya Navneteweyî a Piştgiriya Zarokan) ye jî Shakîra, sûretê kûrê xwe Mîlan, ku di demeke borî a kin de ew anîbû dinyayê, li ser malpera UNICEFê bi heyranên xwe re parve kir.
Shakira, li ser hesabê twittera xwe daxuyanî da û eşkere kir ku, wê sûretê kûrê xwe Mîlan, yê ku bavê Mîlan Gerard  Pique lawê xwe maç dike, li ser malpera UNICEFê weşandiye û kesên ku dil dikin karin jê binêrin. 
Mîlan, di 22ê Rêbendanê de li Barcelona hatibû dinyayê. Ew zarokê yekem yê stranbêja Kolombiyayî Shakira û fitbolîstê tîma Barcelona Gerard Pique ye.