Hunermend Azad Bekir muzîka vê stiranê li Istanbulê berhevkirîye dengê hunermendî li stodya xwe li Almanya tomarkirîye. Derhînerê cilipê hunermend Hejar Duhokî dîmenên vê clipê li welatê Swed wênekirîne û biryare li Newroza ev sale da li hemû kenalên asmanî bihête belavkirin. Hejî gotinê ye ku ji mêjde nivîskar Edîb Çelkî helbesta vê stiranê nivîsîye û bo cara yekê hunermendê pêşmerge Hesen Şerîf awazkirîye li sala 2004 ê, di albuma xwe (Mizgîn ey şehîd) da stirandiye û clip jî kirîye. Lê ji ber hêjayî û xweshiya stiranê, hunermendê genc Kadar Nurî careka din, bi muzîkek dewlemend û heman awazê stirandeve û clipek nû jêra çêkire ve.
Hejî gotinê ye ku hunermendê genc Kadar Nurî li sala 1991 li bajarê Qamişlî ji daykbûye û li sala 1998 digel malbata xwe koçberî welatê Almanya bûne û ji hingî were heta niha li bajarê Hannover binecihbûne. Her li bajarê Hannover, li ser destên hindek mamostayên elewî fêrî lêxistina amîrên Sazê û Baxlemê bûye, ku niha gelek baş dizanît û di ahengan da ew bi xwe bo xwe lêdxît. Kdara Nurî niha xwe berhevdike bo berhevkirina clipa stirana xwe ya duyê bi navê (Gulperî) ku ji awazên wî bi xwe ye û ew jî ji peyvên nivîskar Edîb Çelkî ye.