Li ser rûyê yara xwe, navê xwe deqand. Li Moskowa Rusya, deqker Rouslan Toumaniantz, navê xwe bi tîpên mezin li ser rûyê yara xwe Lesya bi deqê neqşand. Rouslan û Lesya, li ser înternet hevdu nas kirine û roja ku hatine ba hev, bona ku bi hev re dilsoziya xwe nîşan bidin, karekî bi vî rengî kirine. Daxuyandine ku ew ê di demeke kin de bizewicin.