Saba Kamkar di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Kurdistanî Nwê, wiha dibêje: ‘’Gelekî zehmet e ku Grupa Kamkaran dest ji stran û muzîkê berde, ji ber em hemû bi muzîkê ve mijûl in, ji zarokên 7 salî bigire heta bi mezinan, niha biçûktirîn kurê mamê min ku hê zarok e li sentûrê dixe, lewra zehmet e em dest ji karê muzîkê berdin.’’
Kamkar wiha diaxife: ‘’Mirin beşekî jiyana me hemûyan e, dawîhatina jiyanê jî rastiyeke tal û şêrîn e ku me hemûyan li xwe digire, niha min hemû jiyana xwe ji gotina stranan re veneqetandiye, pîşeyekî min ê din heye, ligel Komeleya Mindalparêzên Kurdistanê û Nexweşxaneya Hîwa bi projeyeke nû ve mijûl im, ez dixwazim jiyana xwe di wê riyê de derbas bikim, demeke dirêj e bi vî karî ve mijûl im, ger bi ser ket ez dê li ser karê muzîkê jî berdewam bim.’’
Derbarê albûma ‘’Xatûn’’ de ya ligel hunermed Ednan Kerîm jî wiha dibêje: ‘’Albûma Xatûn berhemeke taybet e, ne ku ji ber ez jî têde stranan dibêjim, lê albûmeke ku di dîroka muzîka Kurdistanê de tiştekî wiha nebûye, duteke jin û mêr, ne ku bi hevre gotin, dueteke rasteqîne ku jin bi nota xwe û mêr jî bi ya xwe. Herwiha beşdarbûna sê mamosteyan jî di wî karî de (Ebdulla Peşêw, Ednan Kerîm û Hoşeng Kamkar) bihayekî din dide vê berhemê, naxwazim pesnê malbata xwe bikim, lê hun hemû Kamkaran dinasin, bi baweriya min di dîroka Kurdistanê de berhemekî wek ‘’Xatûn’’ çênebûye, ez nikarim bibêjim di dahatû de jî çênabe, hêvîdar im karên baştir bên kirin, ez dibên ger ev albûma han baş hatibe ecibandin jiber wê yekê ye ku hersê mamosteyan bi hev re berhem aniye, dema kek Ednan hat û dengê wî hat guhê min, ez li nav studyoyê digiriyam, min nedikarî stranê bibêjim.’’
Derheqê hestê Kurdbûna xwe de jî Saba Kamkar wiha dibêje: ‘’Kurdbûn ne tenê ew e ku mirov bi zimanê Kurdî biaxife, Kurdbûn ew e ku me di hemû konserên mezin ên cîhanê û merasîma xelata Nobelê de cilên Kurdî li xwe kirine û bi Kurdî stran gotine, lê Kurdbûn ne bi axaftinê ye, ji ber dilê min Kurd e.’’ (BAS-News)