Dema ku hevala wî Reeva Steenkamp xwest surprîzekê jêre çêbike, seet 04.00 derbasî hundir bû, wî jî texmîn kir ku ew kes diz e.
Li gora rapora polîsan, wî di serê hevala xwe ya model (30) de lêxistiye û kuştiye.
Kanala Skynews nivîsand ku dema hevala wî ew ji xew şiyar kiriye, wî dest avêtiye sîleha xwe û di serê wê de lêxistiye û kuştiye.
Oscar Pistorius yê 26 salî ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Oscar Pistorius di çêbûna xwe de kêmendam bû, di sala 2008 de bûbû şampiyon.
AVESTA KURD