Serrûpel Magazîn “Apê Îrbom“ xelata yekemîn girt

“Apê Îrbom“ xelata yekemîn girt

Belav bike


 

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket, xelata yekem girt.

 

Film çîroka mirovekî Kurd e, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi eslê xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90 yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdistanê bû, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî wenda bû. Mala wî xerab kirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra.
Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine, lê kêfa xwe ji xwezayê û ji însanan re wenda nake.
Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.

Film bi zimanê Kurdî û elmanî hatiye qeydkirin.
Dema film 107 xulek in.
Li ser systema DCP a cinema  nû hatiye qeydkirin.

Film di van mehên pêş de wê dakeve sînema.
Film produksîonek navnetewî ye, ji aliye televîzyona Elman-Fransa ARTE û televîzyona Swîsra ve hatiye fînansekirin.