Serrûpel Nûçe Ocalan kujer destnîşan kirin

Ocalan kujer destnîşan kirin

Belav bike

Mehmet Ocalan, brayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di derheqê hevdîtina doh a bi kekê xwe re ji rayagiştî re eşkere kir.
Abdullah Ocalan gotiye ku wî, projeya çareseriyê daye hikumeta AKPê û Ewrupa û Qendîl, ji bo çareseriyê rawestgehên herî grîng in.
Abdullah Ocalan wiha gotiye, “ji xwe ev mirovana li wir in û yên ku tevgerê birêve dibin wana ne. Ez nikarim bi çûkan xeberan ji wan re bişînim. Li ser navan pirsgirêkan derdixînin. Ev pirsgirêka ne pirsgirêka navan e. Ev ne niqaşa bila ev were ew nayê ye.”
Di mijara qetlîama li Parîsê a li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de jî Ocalan diyar kiriye ku, kê ew anîye Grava Îmraliyê, ew qetlîama li Parîsê jî wana kiriye.