Serrûpel Magazîn Galaya “Xewna Pepûkê“ bi 2 hezar kesî pêk hat (Vîdyo)

Galaya “Xewna Pepûkê“ bi 2 hezar kesî pêk hat (Vîdyo)

Belav bike

Fîlma şanoger û lîstikvanê navdar yê resen Kurd Yilmaz Erdogan, di 22ê Reşemê wê li salonên sînemayan cihê xwe bigre. Doh li Stenbolê, li Qesra Pêşangeh û Kongreyê a Lutfî Kirdar gala fîlma “Xewna Pepûlê” hate lidarxistin. Zêdetirî 2 hezar kes, beşdarî galayê bûn. 
Derhênerî û senaryoya Xewna Pepûlê aîda Yilmaz Erdogan e. Fîlm mijara xwe ji evîna helbestvanekî ku di heyama Şerê Cîhanê a Duyem de jiyaye digre.
Di fîlmê de Kivanç Tatlitug, Mert Firat, Belçîm Bîlgîn, ku hevjîna Yilmaz Erdogan e, û Yilmaz Erdogan di ristên sereke de lîstine.
Fîlma Xewna Pepûlê, ji aliyê rexnegiran ve pirr hatiye ecibandin.