Serrûpel Magazîn Bi stranên Ahmet Kaya bû şampiyon (Vîdyo)

Bi stranên Ahmet Kaya bû şampiyon (Vîdyo)

Belav bike

Di pêşbirka “Ew Deng Tirkiye” de, stranên hunermendê Kurd yê nemir Ahmet Kaya mora xwe li fînalê xist. Pêşbazê bi navê Mustafa Bozkurt, ku ew wek “Ahmet Kaya’yê Entebî” tê naskirin, bi stranên Ahmet Kaya ji bîneranan gellek SMS girtin û bû şampiyonê pêşbirkê.
Piştî şampiyoniya xwe Mustafa Bozkurt hestên xwe anîne ziman û peyamên aşîtiyê dan. Şampiyonê pêşbirka Ew Deng Tirkiye Mustafa Bozkurt wiha axifî, “min ji bajarê xwe deng girtin lê bona ku ez karibim şampiyon bim, hemû bajar û herêmên me deng dane min. Hemû miletan deng dane min. Bala we dikişînim, hemû miletan. Hate dîtin ku ger em bixwazin dikarin di tiştên baş de werine ba hev. Ji ber ku ez bi tiştîkî wisa re bû me wesîle, gellekî bextewar im.”  
Mustafa Bozkurt, di fînalê de jî strana Ahmet Kaya “Strana Berbangê – Şafak Turkusu” xwend.