Bi destûra Wezareta Dadê Şanda ku ji parlementerên BDP, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk tê dê sibê di saet 08.30 an de herin Îmraliyê.
Selahattin Demîrtaş got : “Ocalan di hevdîtina ku bi heyeta BDP re pêk bîne de, dê nexşeya rê ya nû bi heyetê re parve bike.” Demîrtaş li Meclîsê bi hinek rojnamevanan re sohbet kir û got: “ Me diyar kir ku gotinên Erdogan ên ku got ‘ hevsorok dê neçin Îmraliyê’ em rast nabînin . Hinek endamên ji me re gotin xwezîka me ev niqaş venekiriba. Min çend caran got : “Ji bo me navên kesên ku herin Îmraliyê ne girîng e, a girîng ew e ku saziya me muxatab bê girtin…”
AVESTA KURD - Xeberên Kurdî