Serrûpel Magazîn Sezen Aksu: Rica dikim tiştekî bikin

Sezen Aksu: Rica dikim tiştekî bikin

Belav bike

Stranbêja bi navûdeng Sezen Aksu, di mijara çalakiya grevên birçîbûnê de, bang li rayedaran kir û ji wan rica kir ku, bila ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin tiştekî bikin. Sezen Aksu, li ser malpera xwe bibîrxist ku 683 girtiyên di greva birçîbûnê de ne û wiha dewam kir, “Ez ji we îstirham dikim, hîn ku di wîjdanên me de birîneke bê derman venebûye, guh bidine dengê Yaşar Kemal.”
Nivîskar Yaşar Kemal diyar kiribû ku, ”ji grevên birçîbûnê  yên berê hemû rayedar û hikumet berpirssyar bûn. Vê carê jî berpirsyar hikumet û rayedar in. Kûr û bavên ku îro grevên birçîbûnê pêk tînin jî teref in. Sibe wana jî wê dest bi çalakiyên bi vî rengî bikin. Bi vî awayî dixwazin nifşekî ji holê rakin.”