Herdu parlementerên BDPê yên ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn; Sirri Sureyya Onder û Altan Tan, ligel Hevserokên BDP û KCDê çûne Kurdistana Başûr. Şande, ji balefirgeha Ataturk çûne bajarê Kurdistana Başûr Sileymaniyê.
Li balefirgehê Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyek da. Anî ziman ku, “dibe ku em biçine serdana Hewlêrê jî. Li vira em ê bi nûnerên Hikumeta Kurdistanê û nûnerên gellek partiyan re werine ba hev. Em ê bi wan re bidin û bistînin. Di nav du rojan de serdana me wê bi dawî bibe.”
Li ser pirsa rojnamevanekî, “di nav şandeya we de kesên ku biçine Qendîlê hene?” wiha bersivand: “Na. Me nameya Ocalan bi rêbazeke din şand. Divê name gihaştibe destên wan. Bersiva nameyê bi heman awayî wê ji me re were. Em ê jî bersiva Qendîlê bigihînine Îmraliyê.”