Serrûpel 2013 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2013

Exxon Mobîlê got “Kurdistan”

AvestaKurd - Fîrma Amerîkî a neftê Exxon Mobîl, Herêma Kurdistana Federel tercîh kir. Exxon Mobîlê him bi Hikumeta Navîndî a Iraqê re peyman mor kiribû û him jî bi Kurdistana Federel re.

Kurdekî Rûsya mala Mistefa Barzanî dikire

AVESTA KURD - Ligel ku xwediyê wî beha jî difroşe, lê belê dewlemendekî Kurdê Rûsya wî xanî dikire ku berê li Moskowê cihê mana Serokê Kurd Mela Mistefa Barzanî bû. Çavkaniyekê jî eşkere kir ku di vê serdana xwe ya dawî de haya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji vê meselê çêbûye.

“Frensa dizane ku kê qetlîama li Parîsê kiriye“

AvestaKurd - Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Mustafa Karasu, destnîşan kir ku, tiliya Frensa û Tirkiyê di qetlîama li Parîsê de heye. Karasu, "bi vê rêvebiriya PKKê hate hedef girtin. Frensa dizane ku kê kiriye lê eşkere nake."

Xortekî ji Kobanî xwe ji bo Ocalan şewitand

AVESTA KURD - Xortekî ji Kobanî bi navê Ferhad Mehmûd ku bi navê kod Ciwan Kobanî dihate naskirin, ji bo protestokirina girtina serokê PKK Abdullah Ocalan agir berda xwe û xwe şewitand.

Li Emerîka Kurdistana biçûk ava dibe

AVESTA KURD - Rojnameya The Washington Times nivîsand ku ji ber zêdebûna hejmara Kurdan ya li eyaleta Nasville êdî navê wê eyaletê bi Kurdistana Biçûk tê binavkirin.

Îbo li Hakan Şukur xwedî derket

AvestaKurd - Niqaşa ku bi daxuyaniya fitbolîstê berê Hakan Şukur destpêkir a "ez ne Tirk im" dewam dike. Stranbêj Îbrahîm Tatlises jî li ser hesabê twittera xwe piştgirî da Hakan Şukur.

Lihevhatinek veşartî di navbera Barzanî û Malikî de

AVESTA KURD - Çavkaniyek ji ofîsa serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî ji ajansa nûçeyan a Şetulereb re naveroka civîna navbera heyeta Dewleta Qanûnê û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku, berî çend rojan li Hewlêrê hatibû sazkirin, eşkere dike.

„Di destê min de delîl hene“

AVESTA KURD - Bergumanê kuştina 3 siyasetvanên Kurd yên jin li Parîsê Omer Guney got wî ew kes nekuştine, lê belê di derbarê kuştina wan de, di destê wî de gelek delîl û îspat hene.

Amed Tîgrîs pirtûka xwe dinasîne

Di roja 02.03. 2013 saet di 14.00 de li kêbxana Kurdî ya li Stockholmê Nivîskar Amed Tîgrîs pirtûka bi navê Amed - erdnigarî, dîrok, çandê dide nasandin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com