Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, ji bo ku pêvajo bê şopandin, Komisyona Mirovên Aqilmend wê were avakirin. Ji bo wê komisyonê navê gellek kesayetên naskirî derbas dibin. Ji wan yek jî stranbêja navdar Sezen Aksu ye. Aksu ji ber ku navê wê ji bo komisyonê tê bilêvkirin, di vê mijarê de fikra xwe anî ziman. Diyar dike ku, heta niha ti pêşniyarek ji wê re nehatiye kirin lê, ku pêşniyar were kirin jî ew qebûl nake. Sedema qebûl nekirina endamtiya komisyonê jî, Aksu wiha îfade dike, “di wê komisyonê de pêwiste mirovên pispor cih bigirin.”
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Sezen Aksu aniye ziman ku, ger pêşniyareke ji bo komisyonê ji Kadîr Înanir (aktor) re were kirin, pêwiste ew qebûl bike. Aksu, “çimkî ez bawer dikim ku, têkariya Kadîr Înanir wê pirr ji komisyonê bibe.”
Li Tirkiyê “Komisyona Mirovên Aqilmend” di rojevê de cihê xwe digre û her çiqas gellek nav bêne bilêvkirin jî, heta niha ji aliyê hikumetê ve ti nav nehatine eşkerekirin.
AVESTA KURD